ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Meytên 66 şehîdên dewrana berevaniya pîroz vegerandin Îranê

Meytên 66 şehîdên dewrana berevaniya pîroz ku van rojana hatine dîtin ji bi gemiyê ji avriya Erwendrûdê derbasî Abadanê û welatê Îslamî Îranê kirin.

Li gor rapora IRNA, îro hevdemê salvegera şehîdbûna serokomarê şehîd Muhemed Elî Recayî û serokwezîrê şehîd Muhemed Cewad Bahuner , meytên 66 şehîdên dewrana berevaniya pîroz ku li başûra Iraqê şehîd bûbûn li van çend rojên dawiyê hatine dîtin û ji riya avên Erwendrûdê ew gihandin bendera Abadanê di nav axa welatê îslamî yê Îranê.

Meytên paqij ên van şehîdên hêja dema derbasî nav axa welêt kirin ji aliyê rayedar û xelkê parêzgeha Xuzistanê bi germî hatin pêşewazî kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu