NûçeRojhilatanavin

Daxwaza Ebadî bo nasandina kesên hêja û kara bo wezaretxaneyan

Serokwezîrê Iraqê, xwest ku kesên xwedanezmûn û kara bo wezaretxaneyên kabîneya pêşeroja Iraqê bên nasandinê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê îro ji fraksyonên siyasî li parlemana vî welatî û kesayetiyên bibandor ên civakî xwest ku kesên xwedanezmûn û kara bo berbijariya postên wezaretê li kabîneya pêşeroja Iraqê bidin nasandin.

Serokwezîrê Iraqê meha Sibata buhurî meyla xwe ya pêkanîna dewleta têknokirat ragihand ku pêwîstiya cihanîna wê jî, wêdadayîna hejmareke wezîrên niha yên kabînê ye.

Heyder Ebadî li peyamekê xitabî gelê Iraqê jî li ser şopandina plana çaksazî û guhertinên berfire li kabîneyê sekinî û got: Dil heye ku wezîrên pispor û kara bo wergirtina wezaretxaneyan bide nasandin.

Serokwezîrê Iraqê tekez kir ku yê bi zûtirkê navên wezîrên nû ragihîne, got: Delweta Iraqê pêbendê her daxwazeke qanûnî ye.

Di vî halî da bi hezaran kes ji alîgirên Muqteda Sedir serokê bereya siyasî ya Sedir a Iraqê, li meydana Tehrîrê li navenda bexdayê kom bûn û piştgirî dan çaksaziyên dewleta Ebadî.

Pêkanîna dewleta têknokirat, cihanîna rêformên bingehîn û têkoşîna li hemberî gendeliya nav dezgehên dewletê, daxwazên gelê Iraqê ji dewleta vî welatî ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu