LubnanNûçeRojhilatanavin

Seyd Hesen Nesrulah: Alûgorên navçê li ser xêra Berxwedanê ne

Sekreterê giştî yê Libnanê, got: Alûgorên navçê li ser xêra mêhwera Berxwedanê ne û komên çekdar ên Sûriyê li halê têkçûnê ne.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Seyd Hesen Nesrulah, îro îniyê li axiftina xwe, rewşa niha ya navçê li ser xêr û qazanca mêhwera Berxwedanê da zanîn û got: Hin kes hene ku li dû bi karanîna narewa ya alûgorên navçê ne ku divê dawiyê bînine van kiryaran.

Sekreterê giştî yê Libnanê bal kişand ser alûgorên Sûriyê û şikestên terorîstan li vî welatî, û got: Şerrê Sûriyê, şerrê gişt navçê û dahatiya wê ye û îro rojê hin nîşane ji têkçûna komên terorîstên li başûrê Sûriyê têne dîtin.

Wî herwiha xwest ku awareyên sûrî bi awayekî xwebexş û di ewlehiyê de vegerin welatê xwe û Hizbulah amade ye ku alîkariya vê yekê bike.

Sekreterê giştî yên Hizbulaha Libnanê, bal kişand ser êrişa hewayî ya ser komên Berxwedana Iraqê li ser sînorê Sûriyê û got: Nabe ku êrişa ser komên Berxwedanê li ser sînorê Iraq û Sûriyê bêbersiv bimîne.

Seyd Hesen nesrulah li dewama axiftina xwe li bara derketina Amerîkayê ji Lihevkirina Navokî ya bi Îranê re je got: Derketina Amerîkayê ji vê hevhatinê, gefxwerin û boykotkirina Îranê, hemî di çarçoveya plana amerîkî ya Danûstandina Sedsalê ye ku armanca wê safîkirina hesabê bi mijara Filistînê ye.

Seyd Hesen Nesrulah, li pişkeka din a axiftina xwe derenmayna pêvajoya pêkanîna dewletê li Libnanê rexne kir û got: Pirsgirêka derngmayîna pêkanîna dewletê, peywendiya xw bi nebûna pîvanan re heye.

Sekreterê giştî yê Hizbulaha Libnanê, destnîşan kir: Par û pişka wezaretxaneyan anegorî encamên hilbijartina parlimanî yan jî anegorî asta hebandina partiyan ji aliyê gel ve kivş dibe û divê hemî alî xwestekên xwe kêm bikin û dewleta libnanê demlidest pêk were.

Başa dön tuşu