AsyaLubnanNûçeRojhilatanavinSûriye

Seyd Hesen Nesrullah: Bila Tirkiye helwesteke vebirr û cidî li bara DAIŞ`ê nîşan bide

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê, seyd Hesen Nesrullah got, meselên ku li bara terorîzma îslamî û îslama tundrew li medyayên rojavayî û ereb tên hilêxistin jibo birêxistina şerê medyayî ne.

 Li gorî rapora ISNA`yê,  Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê, seyd Hesen Nesrullah li hevdîtina tev xwendekarên lubnanî got:Ez  eydên  van rojana li hemî misilman, xiristiyan û hemî lubnaniyan pîroz dikin û ji gişt xebatkaran çi nav artêşê û berxwedana Lubnanê û çi jî li berxwedana Filistînê û şervanên li Sûriyê sipasiyê dikim.

Nesrullah tekez kir: Ewqas ku grûpên çekdar û DAIŞ`ê rûveka Îslamê kirêt nîşan dane  ti carî heya niha  li dirêjahiya  dehekê buhurî wisa rûveka Îslamê nehatibû kirêtkirinê. Ev grûpana  ji salên buhurî dest bi kuştina li warên  çandî, medeniyet, fikrî û menewiyê kirin.

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê, seyd Hesen Nesrullah tekez kir: Li rojên derbasbûyî me dît ku keçikek çû nav yek ji navendên  polîsê Şamê û xwe teqand an ku ji dûr ve hat întiharkirin lê ev meseleya hat piştrastkirin ku ev keçika kembera teqînê girêdabû xwe. Eger ew qayîl kiribin ku xwe biteqîne eva  karesat e û ger ji dûr ve hatibe întiharkirin jî karesateke din e. . Divê hemî misilmanên cîhanê ev hêz ahebin ku ev cinayeta kirêt  şermezar bikin. Divê misilman vî hoviyê qatil ku keçên xwe jibo cihanîna  operasyona întiharî ser navê xwedê olê û Îslamê dişîne, şermezar bikin. Lê buyera din a şewitandina  du eskerên Tirkiyê ser navê Îslamê ye.  Bêguman artêşa Tirkiyê behseke din heye lê eva nayê vê wateyê ku  em naxwzain vê cinayetê şermezar bikin.  pêştir jî DAIŞê balefirvanê urdinî û eskerên iraqî şewitandibû. kîjan ol van cinayetan qebûl dike?

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê, seyd Hesen Nesrullah tekez kir: Dewleta tirkiyê û partiya serdest a vî welatî piştgiriay herî zêde ji DAIŞê kirin. ev meseleya tam zelal e û heta Emerîka  li bara wê diaxive. Tirkiyê ji DAIŞÊ li warê qaçaxa  nift û dirav piştgiriay herî zêde kir. Enqere naxwaze gelê wê bizanin ku çara piştgiriyê dide terorîstan. Nesrullah destnîşan kir: Divê Tirkiye li hember DAIŞê helwesteke micid hebe û dev ji siyaseta newekhev li hember wê berde.

Wî got:Şerê ku li çend mehên derbasbûyî li Helebê qewimî şerekî rastîn û ji şerên  herî giran bû ku Sûriyê û navçê heya niha dîtiye. Ev şera ne şerekî asayî û normal bû bi dehan hezar kes ji welatên piştgirê grûpên  çekdar li vî şerî beşdarî kiribûn. Bi sedan  sebebkarên întiharî hevgav li cihekê xwe teqandin. Şerê ku li Helebê qewimî şerekî roajne û giran bû. Welatên  alîgirê neyaran ser sernixûnbûna  Helebê hesab vekiribûn îro ku artêşa Sûriyê li Helebê bi ser ket em divê  hejmara  şehîdan û birîndaran bi bîr bixin. Ev aku grûpên çekdar digotin ti piştgirî ji wan nehatiye kirin, rast nîne.

Asta piştgiriya ku welatên  alîgirê neyaran ji van  grûpana  kirin, ecêb bû.

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê, seyd Hesen Nesrullah got: Hikûmeta Sûriyê ku li Helebê bi ser ket xelkê sivîl û mirovên çekdar bi çekên xwe ji Heleb, Hims, Xan Şêx û navçên din derkevin. Nesrullah diyar kir: Dewleta Behreynê tim dixweze himaqetê bike. Ger berxwedana  gel neba kêm mabû li dema êrişa ser mala  şêz Îsa QAsim  himaqeteke din bike. Gelê Behreynê ticarî teslîm nebûne û nabin jî.

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê, seyd Hesen Nesrullah tekez kir: Em ji dewleta Behrenê dixwezin  bê ser hişê xwe û maqûl reftarê bike û rewşê nekşîne cihekî ku paşê poşman bibe. Wî tekez kir:

Bi hezaran zarokên yemenî ji ber dorpêçkirina vî welatî ji aliyê Erebistanê ji birçîtiyê dimrin û destdirêjiya  siûdiyan ser Yemenê tim didome.

Cinayeta herî kirêt jî eva ye ku ew wêneyên zarokên  yemanî dewsa wêneyên zarokên  Helebê nîşan didin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu