AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Sêyem firokeya Airbus`a Îranê ya ku ji cûreya 330 sêriya 200 hatiye kirrîn, îro anku şemiyê li firokexaneya Mêhr Abada Têhranê li erdê rûdine

Ferhad Perweriş birêvebirê Iran Air`ê ku ji bo wergirina sêyemîn firokeya piştî Lihevkirina Navokî ji cûreya Airbus`a 300 çûye bajarê Toloza Fransayê, got: Ev firokeya rêwîhilgir wê sibeha roja şemiyê bajarê Toloza Fransayê ber bi firokexaneya Mêhr Abadê va biterikîne.

Yekem firokeya Airbus`a modêla A321 du meh û nîvan berî viya û duyemîn firokeya jî ku modêla wê 300-200 bû, du hefteyan berî viya li firokexaneya Mêhr Abada Têhranê li erdê rûnişt.

Piştî wajokiirna Lihevkirina Navokî ya di navebra Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştîalî ya Pêngava Hevpar, Kompaniya Iran Air`ê girêbesta kirrîna sed firokeyên Airbus`ê bi bihayê 10 miliyar dolarî wajo kiriye ku divê di heyameke dehsalî hemî firokeyên ku hatine kirrîn, ji Airbus`ê bên wergirtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu