FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Xetîbê nimêja îniyê ya Bûkanê: Roja Qudsê, sembola şerrê hertîmî ya heqê dijî zilmê ye

Li gorî rapora nûçegîhanê IRNA`yê, mamosta Evdirehman Xelîfezade, li xutbeyên îro yên nimêja îniyê ya vê bajarokê, qedrê beşdariya bicoş a xelkê li xwenîşandana roja udsê, girt û ragihand: Beşdariya li xwenîşandana roja Qudsê, erka me ya neteweyî û mezhebî ye û wisan ku îmamê rehmetî (re) got, roja Qudsê, tenê roja Filistînê nine, belki roja umeta Îslamê ye û rojek e ku divê em îznê nedin dijminan ku destê xwe dirêjî welatên îslamî bikin.

Wî got: Peyama xelkê li roja Qudsê eva bû ku nişan bide xelkê misilman nakevin bin zilm û zora rejîmên dagîrker.

Xetîbê nimêja îniyê ya Bûkanê herwiha got: Quds rojek e ku xelkê mezlûm ê Filistînê, wê bibîne ku tenê nine belki xelkê azadîxwez ê cîhanê, pişta wan digire. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu