ÎranNûçeRojhilatanavin

Sêyemîn festîvala govendê ya Bane li İranê dest pê kir

Sêyemîn Festîvala Helperkê (govend) li bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistana İranê bi beşdarbûna bi dehan komên govendê dest pê kir.

Sêyemîn festîvala govend û dîlanê li bajarokê Bane, ku wek Festîvala Helperkê tê nasîn, dest pê kir.

Di festîvalê de 46 komên govend ji herêmên Ormiye, Îlam, Kirmaşan, Sine û Xurasanê yên Îranê beşdar in û hevrikiyê dikin.

Festîval dê sibê xilas bibe û koma yekem jî dê were xelatkirin.

Başa dön tuşu