ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Seyid Emar Hekîm: Iraq dikare navbera Îran û Amerîkayê navcîtiyê bike

Seyid Emarê Hekîm, Rêberê tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê roja Yekşemiyê di hevdîtina digel Coy Hûd, Kardarê balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê tevî pêşwaziya ji hin gotinan derbarê meyl û meraqa du aliyan (Îran û Amerîka) jibo kêmkirina kêşeyê, got: Ev gotin dikarin destpêkek jibo bidestxistina rêkarên munasib û dûrkirina gelên navçeyê ji şer û siyasetên dorpêçkirina abûriyê bin.

Seyid Emar Hekîm her wiha got: Kêşeya vê dawiyê navbera Amerîka û Îranê hemî welatên navçeyê dilgiran kirine û gefê li aramî û ewlehiya van navçeyan dixwe.

Kardarê Amerîkayê li Bexdayê pêştir her wiha bi Mihemed Helbûsî, Serokê Parlimana Iraqê ra hevdîtin û gotûbêj kir ku di vê hevdîtinê de rayedarê iraqî li ser çareserkirina nakokiyan û alîkariya bo aramî û tenahiya navçeyê dûr ji her cûre kêşe û pevçûnê pêgirî kir.

Başa dön tuşu