IraqNûçeRojhilatanavin

Rojhilatê Mûsilê bi tevahî hat kontrolkirin

Serokê Dezgeya Hêzên Dijterorê ya Iraqê Talib Şexatî bi civîneke çapemeniyê daxuyand ku Rojhilatê Mûsilê bi tevahî hat kontrolkirin.

Serokê Dezgeya Dijterorê ya Iraqê Talib Şexatî di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku tevahiya Rojhilatê Mûsilê ji destê DAIŞê hatiye kontrolkirin û got, “Em îro bi azadkirina aliyê çep ê Mûsilê govendê digirin. Qehremanên dijterorê di nava 3 mehan de tevahiya çepê Mûsilê kontrol kir.”

Şexatî di axaftina xwe de diyar kir ku hemû Iraqiyan di kontrolkirina Rojhilatê Mûsilê de hevkariya wan kiriye û got gelê Mûsilê qedrê dide qurbaniyên hêzên me.

Serokê hêzên dijterorê Şexatî di derbarê DAIŞiyan de got, “DAIŞê zêdetirî 300 wesayitên bombebarkirî bi ser hêzên me de şandin. Teknîkên kêmpeyda li dijî me bikaranîn lê têkşikestin.” Talib Şexatî derbirî ku 3 hezar û 300 kuştî hene. Şexatî di dawiya axaftina xwe de dest nîşan kir ku bi vî awayî kontrolkirina Rojavayê Mûsilê wê hîn hêsantir bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu