CîhanFilistînLubnanNûçeRojhilatanavin

Seyîd-Hesen Nesrullah: Em dibînin ku sal bi salê zêdetir girîngdîyê didin Roja Qudsê

Sêkrêtêrê Hizbullaha Libnanê hewildanên dijminan jibo kêmrengkirina lidarxistina merasima Roja Gerdûnî ya Qudsê yan jibîrkirina wê pêrgî işkestê bûne.

Sêkrêtêrê Hizbullaha Libnanê Seyîd-Hesen Nesrullah şeva buhurî bi boneya Roja Gerdûnî ya Qudsê li Zahîya Bêyrûtê got: Îro 40 sal ji kivşkirina Roja Cîhanî ya Qudsê bi destê xîmdarê Komara Islamî ya Îranê Imam Xumêynî (RE) va derbas dibin û dijmin di wan 40 salan da hêvîdar bûn ku rêzgirtina li vê rojê lawaz bibe yan ew roja were jibîrkirinê lê, em dibînin ku sal bo salê zêdetir girîngdîyê didin Roja Qudsê.

Sêkrêtêrê Hizbullaha Libnanê herwiha got: Îran wek zilhêzeke herêmî û rastî bingeha hêza Mêhwera berxwedanê ye ku piştgirîya Iraq, Sûrîye û Hêza Berxwedana Libnanê digire û helwesta wî teqil û zelal e, lewma dijmin bi dû boykotkirina Îranê ne ta ku Mêhwera Berxwedanê bikin armanc lê dê ser nekevin.

Seyîd-Hesen Nesrullah tevî pêgirîya ser işkesta plana amerîkî ya Danuistandina Serdemê ya dijî gelê Filistînê, dîyar kir: Armanca wê planê kutakirina her axavtineka têkildarî Quds, Zîvala Gezzê û awareyên filistînî ye.

Sêkrêtêrê Hizbullaha Libnanê pêgirî kir ku eva mafê me ye ku çek jibo xweparastinê di destê me da hebe û gotûbêja digel amerîkîyan di vî warî de nayê qebûlkirinê.

Başa dön tuşu