FilistînLubnanNûçeRojhilatanavin

Seyid Hesen Nesrullah: Gel bi awayekî berfire di meşa taybet ba Roja Cîhanî ya Qudsê da pişkdar bibe

Sêkrêtêrê Gişt Hizbullaha Libnanê di peyameke vîdyoyî da amajeyî girîngîya Roja Cîhanî ya Qudsê kir û xwest ku gel bi awayekî berfire di meşa taybet ba vê rojê da pişkdar bibe.

Sêkrêtêrê Gişt Hizbullaha Libnanê Seyîd-Hesen Nesrullah îro herwiha got: Rayedarên amerîkî basa destpêka cihanîna Danuistandina Sedsalê ji piştî meha bimbarek a Remezanê va dikin û yekem pêngav jibo cihanîna wê jî Konfiransa  Aborî ya Menamê li Behrêyên ye.

Nersrullah herwiha got: Hemî misilman di warê qebûlkirina berpirsîyên xwe yên dîrokî jibo sekinîna himberî vê plana şûm ku qaşo bi merema çareserkirina pirsgirêka Filistînê pêk tê, baldar in.

Sêkrêtêrê Gişt Hizbullaha Libnanê herwiha got ku sernav û serdêra bingehîn a roja Qudsê ya îsal “sekinîna himberî plana Danuistandina Sedsalê“ hatîye kivşkirinê û alûgurên herêma Kendava Farsê û tişta ku Komara Islamî ya Îranê û hêza wê kirîye armanc, têkilîya xwe bi wê planê ra hene.

Başa dön tuşu