LubnanNûçeRojhilatanavin

Seyîd Hesen Nesrullah: Her kes di warê sekinîna himberî Danûstandina Sedsalê de berpirs e

Sekreterê Gişt Hizbullaha Libnanê got: Her kes di warê sekinîna himberî plana amerîkî ya `danûstandina sedsalê“ de ku armanca wê jinavbirina meseleya Filistînê ye, berpirs e.

Sekreterê Gişt Hizbullaha Libnanê Seyîd Hesen Nesrullah şeva çûyî bi boneya nuzdehemîn salvegera serketina hêzên berxwedêr ên vî welatî himberî Rêjîma Sîyonîst û azadkirina tam a Libnanê di sala 2000`ê di axavtinekê de got: Roja îro gelê Filistînê bi mezintirîn komploya jinavbirinê ra rûbirû ye, lewma Roja Qudsê ya îsal (31`ê Gulanê) dê ser navê “sekinîna himberî baszarîya Trump“ be.

Sekreterê Gişt Hizbullaha Libnanê pesna helwesta alim û şorişgêrên behrêynî da û pêgirî kir: Pêngava yekem a cihanîna plana Danûstandina Sedsalê biryar e ku li Menamê were rakirinê û diqewime konfiransa Behrêynê zemîneyekê jibo bicihkirina filistînîyan li Libnanê û welatên din pêk bîne lê hemî libnanîyan helwesteke yekgirtî têkildarî mijara awareyên filistînî hene.

Seyîd Hesen Nesrullah herwiha got: Ez ji ber vîya ku Rêjîma Sîyonîst, Hizbullahê gefeke istiratêjîk bi nav dike, şanazîyê dikim û şîyana berevanî û pêşîlêgirtinê dikare pêşîya timahkarîyên dijmin bigire.

Sekreterê Gişt Hizbullaha Libnanê pêgirî kir ku heke “hêzên berxwedanê“ nebana, Trump başûra Libnanê jî wekî Quds û Golanê dabû Israyîlê.

Seyîd hesen Nesrullah pêgirî ser zevîyên Şena û girikên Keferşûmayê û pişka libnanî ya bajarokê Gecerê kir û got: Libnan dikare nehêle Israyîl nift û gazê bi dest bixe.

Sekreterê Gişt Hizbullaha Libnanê di dawîyê de xwest ku berbendên ser rêya vegera awareyên sûrî bo welatê wan bên rakirinê.  

Başa dön tuşu