ÎranMirovê HejaNûçeRojhilatanavinSeyyid Îmam Eli Xamaneî

Seyid Îmam Elî Xameneyî: Rêya serketina himberî şeytan û kafiran, berxwedan e

Seyid Îmam Elî Xameneyî pêgirî kir :Rûmeta her ku diçe zêde dibe û pêşketina ecêb a gelê Îranê di 40 salên buhurî da ji ber pêngavrakirina ligorî Quranê û berxwedanê bûye û roja îro jî tenha rêya serketina himberî şeytan û kafiran, berxwedan e.

Rêberê giranqedir ê cihana Islamî hezretê Seyid Îmam Elî Xameneyî îro di civîna xwendina Quranê ku bereberê meha bimbarek a Remezanê li Husêynîya Imam Xumêynî (RE) û bi pişkdarîya quranxwanan hat lidarxsitinê, têgiheştina agahîyên quranî û karkirina ligorî wan ji hewcedarîyên bingehîn ên roja îro ya civaka mirovantîyê û civaka islamî zanî û got ku Xwedê teala di Quranê de pêgirîyê ser sekinîna himberî zorbêj, kafir û taxûtan û berxwedana himberî wan dike.

Başa dön tuşu