NûçeÎranRojhilatanavin

Seyîd Îmam Elî Xamineyî: Ciwanên Îranî dorpêçan vediguherînin derfetan, destkeftên zanistî yên berbiçav bi dest dixin

Rêberê Înqilaba Îslamî, Seyîd Îmam Elî Xamineyî, li bara pêşkeftinên welat di warên curbicur ên zanistî û teknolojiyê de bilind nirxand û destnîşan kir: Pisporên vî welatî tevî tehrîman û dijminatiya xirabkaran li dijî Komara Islamî ya Îranê, bi vî rengî pêşkeftinên berbiçav bi dest xistine.

Seyîd Îmam Elî Xamineyî îro Sêşemê li Tehrana paytexta Îranê li koma hilberîner, pîşesazî û kesayetên girîng ên aborî yên Îranî ev daxuyanî da û got: Her çend komplo û mueyîdeyên biyaniyan zirarê dibînin û ji bo welatê me pirsgirêkan derdixin jî, ciwanên Îranê sûdê werdigirin. Wî diyar kir ku wan di warê firandinên fezayî û satelaytan de û herwiha pêşxistina kelûpelên serbazî de serkeftineke awarte bi dest xistine.

Hezretê Ayetullah Xamineyî pêşwaziya avêtina peyka Soraya ya vê dawiyê li ser erda jêrîn (LEO) kir û bal kişand ser wê yekê ku ev pêşkeftin bêyî dorpêçên dijî Îranê çênabû. Di nav 11 xulekan da ket dorbera dinyaye, 750 kilometre jora jor va bi cih kir. Satelayta lekoline ya ku ji aliye Ajansa Fezaye ya İrane (ISA) hat hilberandin, bi wesayita fezaye ya Qaem-100 (SLV) hat avetin. Qaem-100 SLV-ya bi sotemeniya zexm û sê qonax e ku ji hêla Hêzên Hewayî yên Pasdaran ve hatî çêkirin.

Başa dön tuşu