ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Seyid Muqteda Sedr: Emê li hember dorpêça aboriyê ser gelan bêdeng nemînin

Seyd Muqteda Sedr, serokê tevgera `Sedr` li bara boykotên dewleta Emerîkayê li dijî gelên navçê destnîşan kir: Emê li hember dorpêça aboriyê ser gelan bêdeng nemînin.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Sedr li daxûyaniya ku roja pêncşemiyê li bara meselên têkildarî damezrandina  dewleta nû ay vî welatî weşand, bal kişand ser rewşa Iraq û navçê.

Wî li vê barê nivîsî: I“raq bi awayekî taybet û navçe bi awayekî giştî ji ber boykotên  Emerîkayê li dijî gelên mezlûm rewşeke dijwar derbas dikin“.

Sedr got: “Eva hemen siyaseta “ Xwarek û serşoriyê“ ye ku Emerîka bi mehna  dijminatiya  tev dewletan li her derê dixebitîne“.

Serokê Tevgera  Sedr û piştgirê hevalbendiya Sairûnê ku bi 54 kursiyan ji 328 kursiyan li hilbijartinên  parlemanî yên vê dawiyê bû lîsteya ewil, bal kişand ser silogana  olî ya Heyhat Minezille û destnîşan kir ger Emerîka dev ji van biryarên xwe ber nede emê li hember xisarên ku li gelê navçê dikevin, bêdeng nemînin.

Başa dön tuşu