ÎranNûçeRojhilatanavin

Şeytana mezin Amerîka dixwazê sipaha pasdaran têke nav rêxistina terorîst

Li gor nûçeya ajansa Reutersê berpirsên Amerîkayê roja duşemê 08.04.2019ê sipaha pasdarên Îranê dê wek rêxistina terorîst binasînin.

Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragehand, ew pêngav dijî sipaha pasdaran beşeke ji helwêstên îdareya serokê Amerîkayê Donald Trump a li dijî Îranê.

Berî naha Amerîkayê 10 sazî û kesayetî bi tometa hebûna peyvendî bi sipaha pasdaran ve xistibûn nav lîsteya reş, lê sipaha pasdaran heta naha nexistibûn lîsteyê.  

Başa dön tuşu