ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Seyyid Emmar Hekîm êrişa têrorîstî ya li Ehwazê şermezar kir

Serokê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê tevî şermezarkirina êrişa têrorîstî ya ser merasima rêzbûna leşkerî ya li şarê Ehwazê (li başûra rojavaya Îranê), got: Îran û Iraq di warê têkoşîna dijî têrorîsmê de li yek bereyê ne.

Seyîd Emmar Hekîm serokê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê di daxûyanîyekê de tevî ku xwe şirîkê xem û kesera gel û dewleta Îranê nemaze malbatên şehîdên êrişa têrorîstî ya li Ehwazê zanî, got: Rojhilata Navînê, nemaze welatên ku bûne gorîyê belaya şûm a têrorîsmê, hewcedarê hevkarîyên berdewam di warên lêzanîn û ewlehîyê de ne ta ku planên dijminên mirovantîyê di qurmikê de pûç bikin û ewlehî û istiqrara herêmê dabîn bikin.

Qewareya Civata Alimên Misilman a Libnanê jî ku ji alimên dînî yên şîe û sunne yên vî welatî pêk tê, di daxûyanîyekê de tevî şermezarkirina êrişa têrorîstî ya duh li Ehwazê, ew êrişa têrorîstî ji planên Amerîkayê ji bo lawazkirina Îranê di warê piştgirîya ji gelên hejar û belengaz de zanî.

Koma terorîst a El Ehwaziye ku London û Riyaz pişta wê digirin, duh ji parkekê li rex cihê birêvebirina merasima rêzbûna leşkerî ya hêzên çekdar ên Îranê li Ehwazê, xelk da ber gulleyan ku di encama vê êrişê de 25 kes ji hêzên leşkerî û xelkê bêsûc ji wan hejmarek jin û zarok şehîd û 60 kes jî birîndar bûn.

Başa dön tuşu