ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Seyyid Hekîm: Em himberî zext û boykotên Amerîkayê yên dijî Îranê bêdeng namînin

Rêberê Bereyaq Hikmeya Netewî ya Iraqê got: Em himberî sîyaseta Amerîkayê ya sepandina boyktê ser Îranê da bêalî namînin.

Rêberê Bereyaq Hikmeya Netewî ya Iraqê Seyîd-Emmar Hekîm di xutbeyên nimêja Cejna Fitrê li Bexdayê de got: Em himberî sîyasrta yekalî ya Amerîkayê ya sepandina boykotê dijî gelê misilman û birayên me li Îranê bêalî nabin û em wê şermezar dikin.

Rêberê Bereyaq Hikmeya Netewî ya Iraqê herwiha pêgirî ser vîya kir ku Iraq ligorî cîgeha jêopoltîk a bibandor li navenda gêreya di navbera Îran û Amerîkayê ye û divê rola pêşengîyê di çareserkirina qeyranên navçê de wergire û got: Me berdêlên giran di şerên demdirêj, dorpêça abor, êriş û dagirbûn, têrorîsm û tundrêtîya organîzebûyî da dane û 50 sal in ku em mijûlê şerên curbicur in.

Wî herwiha got: Niha idî dema wê ye ku em anegorî wan ezmûnan li pêşerojê binêrin û derdora xwe bibînin.

Başa dön tuşu