EwropaNûçe

Xelkê Yewnanê daxwaza istîfaya dewletê kirin

Welatiyên yewnanî tevî birêxistina xwenîşandaneke berfireh daxwaza dest ji karbedana dewleta vî welatî kirin.

Li gorî rapora Press TV’yê, Xelkê Yewnanê duh çarşemê li bajarê Atinê xwenîşandaneke berfireh bi rê xistin û tevî rexneya ji siyaseta abûrî ya dewleta Yewnan daxwaza istîfaya dewletê kirin. Xwenîşanderên yewnanî nerezzamendiya xwe li hemberî siyasetên guvaş û zextên abûrî ku dewleta vî welatî cih tîne, dane diyarkirin. Xwenîşanderên yewnanî ku li hemberî parlemana Yewnanê li bajarê Atinê kom bibûn her wisa ragihandin ku dewleta vî welatî pêwîst e ku van siyasetên zexta abûrî rawestîne.

Li gorîqanûna nû ya Yewnanê, sermal û bacwergirtin li vî welatê dê dîsa jî zêdetir bibin û meaşa karmend û kesên malnişîn jî kêm dibe. Hejayî gotinê ye ku xwenîşandana dijî siyasetên dewleta Yewnanê li birek din ji bajarên vî welatî jî bi rê ket. Her çend dewleta nû ya Yewnan bi dirûşma geşatiya abûrî û kêmkirina zextûzora abûrî ser xelkê vî welatî desthilatdarî bi dest xist lê heta niha tu siyaseteke dewletê ku nîşan bide soz û qirarên xwe yên hilbijartinî cih anîne, tune. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu