FilistînLubnanNûçeRojhilatanavin

Seyyid Hesen Nasrallah: ”DAIŞ qediya hedefa me Îsraîl e”

Tevgera Berxwedana Îslâmi Hizbullahê li herêma Dahiye ku dikeve başûrê bajarê Bêrûdê yê Libnanê ji bo Qudsê mîtingek li dar xist. Gelek libnanî û filistînî tevlî mîtîngê bûn.

Serokê Hizbullahê Seyyid Hesen Nasrullah bi vîdyo konferansê tevlî mîtîngê bû û di axaftina xwe de got: “Piştî serkeftina Hizbullahê ya herêmê êdî em ê tevlî meseleya Filistîn û Qudsê bibin.”

Seyyid Hesen Nasrullah di berdewamiya axaftina xwe de biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a Qudsê wekî dawiya Îsraîlê bi nav kir û got: “Ez bangî xeta berxwedanê dikim, şerê me yê bi DAIŞê re qediya û êdî divê em berê xwe bidin hedefa xwe ya eslî.”

Seyyid Nasrullah di dirêjiya axaftina xwe de ji bo hevkariya stratejîk a dijî Îsraîlê bangî hemû mitefiqan kir. Xwepêşandan bi alên Hizbullah û Filistînê tevlî mîtîngê bûn û li hemberî Amerîka û Îsraîlê sloxan avêtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu