LubnanNûçeRojhilatanavinSûriye

Seyyid Hesen Nasrellah: Ji bo êrişên nû yên Îsraîlê amadehiyên me ji berê baştir in

Serokê Hizbullahê Seyyid Hesen Nasrellah di axaftina xwe ya salvegera şerê 12ê Tîrmeha 2006an ê navbera Libnan û Îsraîlê ku 34 rojan dewam kiribû di televîzyonê de gotarek pêşkêş kir.

Seyyid Hesen Nasrellah di axaftina xwe de got: “Rêxistina me li hemberî tehdîdên Îsraîlê li gorî berê baştir e. Îsraîl ji bo bergiriyên nû li hemberî Hizbullahê werin kirin guvaşan li rêvebiriya Donald Trump dike. Ma gelo rêvebiriya Amerîkayê nizane ku Hizbullah jî di nava hikûmeta Libnanê de ye.”

Seyyid Hesen Nasrellah di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku ji bo operasyona bakurê rojhilatê Sûriyeyê ya li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê ew amade ne wekî Hizbullahê piştgiriyê bidin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu