FilistînLubnanNûçeRojhilatanavin

Seyyid Hesen Nesrullah: Amerîka bidû sûdwergirtina ji nerazîbûnên li Libnanê ye

Sêkrêtêrê Hizbullaha Libnanê got ku amerîkî hewil didin ji her cure nerazîbûna gel li Libnanê jibo berjewendîyên xwe sûdê wergirin.

Seyîd Hesen Nesrullah Sêkrêtêrê Hizbullaha Libnanê got: Amerîkîyan ji rojên destpêka xwenîşandan li Libnanê hewil dan ku wiha nîşan bidin ku ew nerazîbûn dijî Hizbullahê ne. 

Wî bi gotina vê yekê ku Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst Bênyamîn Netanyahû jî wek Amerîkayê xwenîşandana li Libnanê derfeteke dîrokî jibo lawazbûna Hizbullahê zanî, dîyar kir ku Hizbullah li Libnanê pêşîya serêxwegirtina komployên Amerîka û Israyîlê digire û gefeke rastî himberî berjewendîyên Amerîka  Israyîlê li herêmê ye.

 Sêkrêtêrê Hizbullaha Libnanê herwiha got: Amerîkî xwenîşandanên li Libnan, Iraq û heta Yemenê wek darê destan jibo zordayîna ser Îranê dibînin û hewil didin ku li welatên ku xwenîşandan tên lidarxistinê, ji wê rewşê sûdê wergirin û destwerdanê bikin.

Seyîd Hesen Nesrullah herwiha got: Heke Israyîl bixweze êrişî Îranê bike, Îran dê xwe bersiva wê bide çinku, Îran ne welatek e ku bêdeng bimîne û tenê pişta xwer bikute hevpeymanên xwe.

Wî di dewama gotinên xwe da amajeyî alûgurên navxweyî yên Libnanê kir û bi gotina vê yekê ku Hizbullah ji destpêkê va dijî wêdaçûna Seid Herîrî bû, dîyar kir: Ew wêdaçûna, ji ber rewşa sîyasî û aborî ya welêt ser xêra Libnanê nebû û heke kabîne bima rewşa Libnanê nika wiha nebû. 

Seyîd Hesen Nesrullah Sêkrêtêrê Hizbullaha Libnanê bi gotina vê yekê Libnan dikare bi du rêyan ji pirsgirêkan rizgar bibe, pêgirî kir: An divê dewletek bêyî Seid Herîrî were damezirandinê û yan jî ew ser posta Serokwezîrtîyê bimîne û pirsgirêkên nika yên welêt çareser bike. 

Başa dön tuşu