ÎranNûçeRojhilatanavin

Piştgiriya tekûz a Îranê ji Peymana Qedexekirina Çekên Atomî

Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Ajansa Navneteweyiya Enêrjiya Atomê bi gotina viya ku Îran yek ji goriyên çekên komkujiyê ye, li ser piştgiriya tam û tekûz a Komara Îslamî ya Îranê ji Peymana Qedexekirina Çekên Atomî pêgirî kir.

Nûnerên 122 welatên dijî çekên navokî ji wan Îranê roja Îniuyê li hola Konfêransa hejmara 1`ê ya navenda Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê naveroka peymanekê li bara qedexetiya tam a çêkirin, ceribandin, berhemanîn, wergirtin, xwedîbûn, ambarkirin, veguehstin, bikaranîn û gefa bikaranîna çekên navokî di her rewşekê da pesend kirin.

Rêjîma Siyonîst û hemî welatên xwedîçekên navokî ji wan Amerîkayê ev dengwergirtina boykot kirin.

Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Ajansa Navneteweyiya Enêrjiya Atomê, Riza Necefî piştî pesendkirina vê peymanê got: “Îran bi awayekî qahîm ji armanca vê soznameyê ya qedexekirna xwedîtî an bikaranîn û gefa bikaranîna çekên atomî li cîhanê piştgiriyê dike“.

Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Ajansa Navneteweyiya Enêrjiya Atomê amaje bi fitwaya Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî ji bo herambûna çekên navokî kir û sipasiya pêngava konfêransê ya amajekirina bi rola rêberên mezhebî ji bo hewildana bona jinavbirina tam a çekên navokî li naveroka soznameyê kir.

Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Ajansa Navneteweyiya Enêrjiya Atomê tevî bibîrxistina xeterên çekên navokî yên Rêjîma Siyonîst li navçeya hestiyar a Rojhilata Navînê, got: “Pêşniyara Îranê li warê pêkanîna navçeya vala ji çekên atomî yek ji mînakên hewildanên Îranê ji bo rakirina gefa van çekan ji navçeyê ye“.

Peymana Qedexekirina Çekên Atomî lihevkirineke navneteweyî ya pêwîstîdar e ku dixwaza qedexekirina tam a berhemanîn, zimhêrkirin an gefa bikaranîna çekên navokî dike.

Li ser esasa Peymana Qedexekirina Çekên Atomî, welatê ku çekên wî yên navokî hene û dibe endamê vê peymanê divê ambarên xwe yên navokî û hemî jêrbina û navendên têkidlarî wê di heyameke demî ya diyarkirî ji nav bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu