ÎranLubnanNûçeRojhilatanavinSûriye

Seyyid Hesen Nesrullah: Bi dîtina wêneyê rêberê inqilabê û Beşar Esed hêsir ketin çavê min

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê ji sefera serokkomarê Sûriyê bo Îranê û hevdîtina wî bi rêberê giranqedr ê inqilabê re pêşewazî kir.

Li gorî rapora IRIB newsê, li gorî nivîsa rojnama  Ray El-Yewmê çapa Londonê, Seyyid Hesen Nesrullah sêşemiyê şevê li hevdîtina bi hin jinên çalak ên Hizbullahê re bal kişand  ser hevdîtina Beşar Esed serokkomrê Sûriyê bi Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî  re û got: Bi dîtina wêneyê rêberê inqilabê û Beşar Esed hêsir ketin çavê min.

Seyd Hesen Nesrulla her wiha li vê hevdîtinê bal kişand ser boykotên sepandî yên li dijî Hizbullahê û got: Ev kiryara bona  xizankirin, birçîxweyîkirin û dorpêça aborî û  zexta ser berxwedanê ye.

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê ser hebûna  viyaneke  xurt û qahêm bona rawestana li ber komployên dijminan teqez kir.

Başa dön tuşu