LubnanNûçeRojhilatanavin

Seyyid Hesen Nesrullah: Erebistanê û bawerên wehabiyetê bûn sedema pêkhatina DAIŞê

Sek. giştî yê Hizbullaha Libnanê, Seyd Hesen Nesrullah sedema çêbûna DAIŞê, Erebistan û bîr û bawerên wehabiyetê da zanîn û got: Komên terorîstî yên tekfîrî bîr û bawerên xwe ji rêxistinên olî yên Siûdî werdigirin û bi wan fikir û zihniyetan desdavêjin qirkirin û tevkujiya gelan.

Sek. giştî yê Hizbullaha Libnanê, Seyd Hesen Nesrullah êvara duşemê ji riya vîdeo-konferansekê li civîna Komela Pêşengên Îmam Mehdî (Xwedê li hatina wî lezê bike) li devera Beir Hesen ya başûra Beyrûtê got: Cîhana Îslamê û ereb divê rastiya siyasetên Erebistana Siûd û Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî(Îmaret) li Yemen û Behrînê û mudaxileya wan li Sûdan û Lîbyayê û herwiha rola wan li “Danûstandina Sedsalê” ji her kesî re eşkera bikin.

Nesrullah herwiha tekîldarî biryara Amerîkayê ya derbarê girankirina dorpêçên ser Îranê û dubarenekirina mafê lêborîna kirîna neftê ya 8 welatên ku petrol ji Îranê dikirîn got: Gelên cîhanê li dijî siyasetênm Amerîkayê yên lidijî Îranê û li dijî welatên din in û divê ku gişk li ber van biryarên qirêj ên Amerîkayê rabin.

Sek. giştî yê Hizbullaha Libnanê got: Amerîka piştgirê terorîsmê ye û hezaran kesan dikuje û di vî halî de îdia dike ku li dijî terorîsmê şer dike. Eva Amerîka ye ku Quds û Golanê dibexşîne Îsraîlê.

Nesrullah got: Netewê Filistînê dvê hêvîdar bibe, heya dema ku ew hêvîdar in ti kes nikare “Danûstandina Sedsalê” an jî zilmeke din li ser wan dasepînin.

Sek. giştî yê Hizbullahê nûçeya rojnama Kuweytî ya El-Ray ku ji zarê wî nivîsîbû Libnan û Îsraîl li havînê dikevin nav şêrr derew da zanîn û got: Rejîma Îsraîlê ji ber amade nebûna bereya navxwe û hêza bejahî nikare şerekî wiha bide despêkirin.

Seyd Hesen Nesrullah herwiha êrişên terorîstî li Srî Lankayê şermezar kirin û ew wek kiryareke terorîstî ya dirindane da zanîn û rawestana li ber diyardeya terorîsmê û kok û piştgirên wê wezîfeyeke ji bo gişkan da zanîn.

Başa dön tuşu