IraqLubnanNûçeRojhilatanavinSûriye

Seyyid Hesen Nesrullah: Têkdana DAIŞê encama yekîtiya zêrîn a Artêş, Gel û Berxwedanê ye

Sikritirê Gişt ê Hizbullaha Libnanê li axaftinekê bi boneya salvegera azadkirina Hermelê ji bin dagirkeriya têrorîstên tekfîrî, got: Serketina li hemberî koma têrorîst a DAIŞê û azadkirina vî bajarî li rojhilata Libnanê encama yekîtiya zêrîn a Artêş, Gel û Berxwedanê ye.

Sikritirê Gişt ê Hizbullaha Libnanê, Seyid Hesen Nesrullah ku roja Yekşemiyê bi awayê vîdyo konfêrans ji bo koma beşdarên li rêûrisma yekemîn salvegera azadkirina Hermelê ji bin dagirkeriya komên tekfîrî li rojhilata vî welatî diaxivî, got: Hêzên Berxwedanê bilez li hemberî komên tekfîrî û têrorîst sekinîn û bi yekîtiya Artêş, gel û Berxwedanê ev serketin bi dest hatin.

Sikritirê Gişt ê Hizbullaha Libnanê got: Artêşa Rêjîma Siyonîst gellek ji îmkan û alavên xwe biroj kirine, lê van kiryaran jî nekarîn Rêjîma Siyonîst ji têkçûnê bifilitînin.

Seyid Hesen Nesrullah destnîşan kir: Dema ku hêzên DAIŞê li navçeyeka Sûriyê tên dorpêçkirin, helîkopterên amerîkî ji bo filitandina wan digihêjin û gotinên amerîkiyan derbarê rola wan li têkbirina DAIŞê derew e, ji ber ku ewna ji bo dirêjkirina temenê DAIŞê dixebitin.

Sikritirê Gişt ê Hizbullaha Libnanê got: “Amerîka heta wê demê ku zêdetirîn behreyê ji hevpeymanên xwe wernegire û armancên wê serê xwe negirin, tu derfetekê ji bo revîn û filitîna ji tengasiyê nade wan“.

Seyid Hesen Nesrullah destnîşan kir: “Li vê cîhanê tu hevpeymanek ji bo Amerîkayê tune, belkî amerîkî bi giştan ra wek darê destan tevdigerin û kurd jî divê hişyar bin ku bi komployên Amerîkayê nexapin“.

Başa dön tuşu