ÎranMirovê HejaNûçeRojhilatanavinSeyyid Îmam Eli Xamaneî

Seyyid Îmam Elî Xameneyî: Alim wek mîratbirên pêxemberan divê jibo cihanîna “Tewhîdê” û “Îqameya Qistê” têbikoşin

Seyyid Îmam Elî Xameneyî berêvariya Çarşemiyê di hevdîtina digel derdora du hezar kes ji feqî û telebeyên seranserî welêt, mamoste û rêvebirên navendên zanistên dînî, erka hewzeyan û zanayên dîn şîrovekirin û ronkirina mearîfên îslamê û hewildana jibo serêxwegirtina wan di civakê da zanîn û destnîşan kir: Zanayên olê wek mîrasdarên pêxemberan divê jibo pêkhatina Tewhîdê û Îqameya Qistê têbikoşin.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya Ofîsa Seyyid Îmam Elî Xameneyî, Hezretê Seyyid Îmam Elî Xameneyî di vê hevdîtinê da tevî amajeya bi hewcetiya roja îro ya mirovan bi marîfetên berbiçav ên dînî û pêşwaziya Cîhana Îslamê û heta civatên derveyî Cîhana Îslamê ji van marîfetan, erka navendên zanistên dînî pêka pêştir girantir da zanîn û got: Li nav welêt mereqa ku roja îro li babetên dînî û rûhaniyetê heye, bi salên bihurî û herta beriya Înqilaba Îslamî jî nayê qiyaskirin.

Seyyid Îmam Elî Xameneyî her wiha got: Ev guman ku xelkê deverên cûrbicûr ên cîhanê berê xwe ji marîfetên dînî dane alî, gumaneke şaş e, berovajiya vê yekê, xelk zêdetir berê xwe dide van marîfetan.

Hezretê Seyyid Îmam Elî Xameneyî navendên zanistên dînî wek navenda perwerdehiya îslamê û xurtkirina wê yekê li nav civakê da zanîn û got: Nasnadina marîfetên dînî bo gel beşeka erkên navendên zanistên dînî ye û beşeka din a vê erkê, serêxwegirtina marîfetên dînî li jiyana xelkê da ye.

Seyyid Îmam Elî Xameneyî tevî şehedîgirtina ayetên cûrbicûr ên Qurana Mecîd derbarê Têkoşîn û Muqatileya pêxemberên Xwedê, destnîşan kir: Erka Pêxember tenê vegotina marîfetên îslamê nîne, ji ber vê yekê pêxemberê hîja yê Îslamê, jibo pêkhatna Tewhîdê û Îqameya Qistê, têdikoşe da ku Îslam bi awayê tam û giştalî ya wê serê xwe bigire.

Hezretê Seyyid Îmam Elî Xameneyî got: Zanayên olê jî wek Mîrasdarên pêxemberan erkdar in ku jibo serêxwegirtina Îslamê di jiyana xelkê da têbikoşin ku hewildana herî zêde di vî warî da ji aliyê Îmam (Rizwanellah Te’ala Eleyh) wek hekîmekî rasteqîn pêk hat,.

Başa dön tuşu