FilistînNûçeRojhilatanavin

Sî û nehemîn Xwenîşandana Mafê Vegerê: Du şehîd û 40 birîndar

Bi hezaran welatiyên Filistînê di çarçoveya çalakiyên “Meşa Mezin a Mafê Vegerê” de ku ketiya îna xwe ya 39‘an ber bi sînorê Xezayê herkîn, di encama mudaxeleya hêzên Rejîma Îsraîlê de du filistînî şehîd bûn û 40 jî birîndar bûn.

Li gor nûçeya Al-Alamê ji Xezayê, bi hezaran filistînî di çarçoveya çalakiyên îna 39‘an de ku navê “Wefedariya Lehengên Berxwedana Difayê” lê kiribûn ber bi wargehên li ser sînorê rojhilatê Xezayê çûn û çalakî li dar xistin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiya Filistînê hêzên Rejîma Îsraîlê gulleyên rast û gaza rondikrêj avêtin çalakgerên filistînî. Di encamê de mirovek û zarokê bi navê Mihemed El-Cehcûh ê 16 salî ku di sûtyê de birîndar bû jiyana xwe ji dest da, her wiha 40 kesên din jî birîndar bûn ku di nav wan de 2 rojnamevan û 4 personelên Hawargihandinê jî hene.

Başa dön tuşu