IraqNûçeRojhilatanavin

Şikesta DAIŞ`ê bona girtina rê li ber hêzên ku alîkariyê digihînin xelkê Iraqê

Êrişa grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ser hêzên alîkarîgihan ên Iraqê rastî şikestê hat û eva bûye sebeb ku 15 terorîst bêne kuştin û bi dehan terorîstên din jî birîndar bibin.

Li gor rapora televîzyona Al-Alamê, Terorîstên DAIŞ`ê îro yekşemê li başûra rojavaya parêzgeha Kerkûkê û navçên îdarî yên parêzgeha Neynewayê êrişî ser hêzên iraqî kirin ku hêzên iraqî li hemberî vê êrişa terorîstan rawestan û derbeyeke giran li wan xistin.

Êrişa terorîstan ji navça Reşad û Riyaz`ê ber bi navça El-Fethe li başûra rojavaya parêzgeha Kerkûkê destpê bû û hêzên iraqî bibaşî li hemberî vê êrişê rawestan û derbeyeke giran li wan xistin.

Piştî ku parek ji terorîstan li vê êrişê hatine kuştin û birîndar bûn ewna neçar man ku paşda bizivirin.

Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê dixebite bikeve vê navçê û pîşiya serketina artêşa Iraqê û hêzên gelanî yên vî welatî bigre. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu