NûçeRojhilatanavin

Sînorê Erebistan û Yemenê meydana şer û pevçûnên giran

Çavkaniyên yemenî li bara şer û pevçûnên giran navbera destdirêjkiran û hêzên yemenî li navçên sînorî yên vî welatî agahî dan .

Li gorî rapora roja pênşemiyê ya kanala El-Meyadînê piştî şer û pevçûnên giran a destdirêjkirên Alê Siûd û hêzên yemenî , hewldana destdirêjkiran bo pêşdeçûna li parzêgeha Heceyê li bakurê rojava Yemenê rastî şikestê hat .

Kanala El-Alamê jî ragihand ku li encama êrişên mûşekî yên artêşê û hêzên gelanî yên Yemenê ser navenda eskerî ya Tedawînê li parzêgeha Merebê, rojhilata Yemenê, destdirêjkirên siûdî gelek xisarên canî û aborî dîtin .

Her wiha li encama êrişên mûşekî ên hêzên Yemenê ser navenda eskerî ya El-Xencerê li parzêgeha , bakurê Yemenê, çend kirêgirtiyên siûdî hatin kuştin û xisarên giran li destdirêjkiran ket .

Erebistan tev hin welatên erebî û bi piştgiriya Emerîkayê ji Adara 2015an heya niha êrişên berfireh li dijî xelkê Yemenê destpê kiriye ku heya niha bi hezaran yemenî ji wan jin û zarok li encama êrişên destdirjkir bi dehan kes hatin kuştin û bi dehan hezar kes jî aware bûne . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu