ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Di 48 sietên bihurî da siûdiyan 158 caran agirbesa li Hudeydeyê binpê kirine

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê Îniyê bi şev ragihand ku destdirêjkerên siûdî û kirêgirtiyên ser bi wan di heyamam 48 sietên bihurî da, 158 caran agirbesa li bajarê Hudeydeyê binpê kirine.

Li gorî rapora Tasnim Newsê, Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê, Yehya Serî’ her wiha got: Firokeyên şêrr ên Siûdiyan di heyama 48 sietên bihurî da 67 caran êrîşên hewayî birine ser navçeyên din ên Yemenê.

Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî heta niha zêde ji 3400 caran agirbesa li bajarê Hudeydeyê li rojavaya Yemenê binpê kiriye.

Agirbesa lihevkirî li Swêdê di navbera desteya şandî ya ji Senayê û desteya Riyazê ji berbanga Sêşemiyê, 18ê Kanûna 2018an va li bajarê Hudeydeyê dest pê bûye, lê Hevpeymaniya Siûdî her rojê wê binpê dike.

Bendergeha Hudeydeyê rêya herî sereke ya şandina alîkariyên însandostiyê bo Yemenê ye.

Gotûbêjên aşitiya yemenî-yemenî roja 6ê Kanûnê bi press konferansa Martîn Girîfît şandiyê NY li karûbarên Yemenê û xanima Margarêt Valêstrom serokwezîra Swêdê li koşka Juhansborga Istukhulmê birê ket û roja Pêncşemiyê 13ê Kanûnê bi lihevkirina derbarê agrbesa li Hudeydeyê, bi dawî bû.

Vebûna frokexaneya Senayê û bendera Hudeydê, rakirina dorpêça ser xelkê Yemenê û dayîna mûçeya karmendên dewletê û şandina alîkariyên mirovdostane ji babetên serekeye vê gotûbêja yemenî-yemenî bûn.

Başa dön tuşu