ÎranNûçeRojhilatanavin

Sînorên Îranê di ewlehiya tam de ne

Qumandê sînorvaniya Komara Îslamiya Îranê, ragihand ku sînorên Îranê di ewlehiya tam de ne.

Li gorî rapora IRIB News`ê, serdar Qasim Rizayî, qumandê sînorvaniya Komara Îslamiya Îranê, îro sêşemiyê li parêzgeha Erdebîla Îranê got, navçeyên li ser sînorên Îranê û Komara Azerbaycanê û Ermenistanê li ewlehiya tam da ne û hemû kesên ku li ser sînoran dijîn, jiyana xwe ya asayî dimeşînin.

Qumandê sînorvaniya Komara Îslamiya Îranê, li dewamê her wiha got, ji aliyê Komara Îslamiya Îranê ve, hişyariyên pêwîst li bara pevçûnên di navbera Komara Azerbaycanê û Ermenistanê bona dabînkirina ewlehiya sînorên Îranê, bo her du aliyên pevçûnê hatine dayîn.

Qumandê sînorvaniya Komara Îslamiya Îranê, armanca sefera xwe bo navçeyê, hilkolandina rewşa ku piştî pevçûnên di navbera Komara Azerbaycan û Ermenistanê pêk hatiye, da zanîn û got, sînorvanên parêzgehên Erdebîl û Azerbaycana Rojhilatî ya Îranê, tivdîrên pêwîst ên ewlehiyê berçav girtine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu