EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Sipah: “Gemiyeke nifthilgir a Englîsê li ‘Tengava Hormuzê’ hat desteserkirin”

Beşa pêwendiyên gelemperî ya giştî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî Îniyê bi şev bi daxûyaniyekê qala destdanîna ser gemiyeke nifthilgir a Englîsê li tengava Hormuzê li başûrê Îranê ji ebr berçavnegirtina qanûnên navneetweyî yên deryayî kir.

Beşa pêwendiyên gelemperî ya giştî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî di vê daxûyaniyê da ragihand: Berêvariya Îniyê gemiyeke nifthilgir a Englîsî bi navê Stêna Împêro (Stena Impero) dema derbasbûna ji tengava Hormuzê ji ebr berçavnegirtina qanûn û rêzikên navnetewyî yên deryayî li ser daxwaza Saziya Benderabn û Deryageriyê ya parêzgeha Hormuzganê li başûrê Îranê jia liyê yekîneya Ser-avî ya navçeya yekem a Hêza Deryayî ya Sipahê Pasdaran va hat desteserkirin.

Li gorî ragihandina Beşa pêwendiyên gelemperî ya giştî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, keştiya nifthilgir a navbirî ber bi perravê va hat birin û jibo derbaskirina qonaxên qanûnî û hilkoalndinên lazim radestî Saziya Benderabn û Deryageriyê ya parêzgeha Hormuzganê li başûrê Îranê hat kirin.

Hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Pêncşemiyê jî keştiyeke biyanî ya hilgira nifta qaçax li Kendava Farsê bi hikmê dadweriyê desteser kiribû.

Ev kiryara Hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî di çarçova berpirsiyarî û erka vê hêzê ya parastina berjewendiyên neteweyî, pêkanîna ewlehiyê û têkoşîna dijî qaçaxa deryayî pêk hat.

Di çarçova qanûnên deryavaniyê jî di Konvansiyona mafên deryayan di sala 1982an da hatiye: “Gemiya şêrr li deryaya azad jibo cihanîna qanûnên mafên navneteweyî di mewqiya ku hincetek hebe ku gemiyek (Gemiya ne-cengî û ne-dewletî) yek ji kiryaran ji wan (Diziya Deryayî, Ticareta Koleyan, Veguhestina Madeyên Hişber, belavkirina bernameyên radyoyî an televîziyonî yên neqanûnî û nîşannedan alayê) pêk aniye, dikare wê rawestîne û bide ber lêgerînê”.

Başa dön tuşu