NûçeRojhilatanavin

Serokomarê Iraqê: Bila aliyên siyasî civîneke awarte bi rê bixin

Serokomarê Iraqê şeva buhurî ji nunerên hemî aliyên siyasî yên vî welatî xwest ku li civîneke awarte û lezgîn alûgurên siyasî û ewlehiya welêt hilkolînin.

Li gorî rapora nûçegihanê me ji Bexdayê, biryara birêxistina vê civînê ku yê sibê pêk bê, bi dû êrişa alîgirên Koma Sedir ser devera Kesk a Bexdayê hat dayîn.

Serokê parlimana Iraqê, serokê Civata Bilinda Islamiya Iraqê û fermandariya hêzên xwebexş ên gelanî jî bi daxûyaniyên cida ji gel û hêzên ewlehiyê xwestin ku ser hemdê xwe bin û nehêlin ku têrorîst rewşê ser xêra xwe bi kar bînin.

Serokwezîrê Iraqê jî li gorî pêngaveke nû, berpirsiya dabînkirina ewlehiya Bexdayê ji Navenda Opêrasyona Bexdayê istand û siparte Navenda Opêrasyona Hevpar a Artêşê.

Deriyên ketin û derketina deverên wekî Kesk, Kazimêyn, Eizemiye, Kerade, Etîfiye û hin pirên girîng ên Bexdayê hatine girêdanê û hêzên ewlehiyê bi armanca girtina pêşiya bikaranîna rewşê ji aliyê têrorîstan va, di rewşa amadetiya tam da ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu