ÎranNûçeRojhilatanavin

Sipaha Pasdarên Inqilabê boykotên vê dawiyê yên Emerîkayê li dijî Îranê şermezar kirin

Sipaha Pasdarên Inqilaba Îslamî boykotên vê dawiyê yên Emerîkayê li dijî Erkantiya giştî ya hêzên çekdar û hejmarek ji fermande û rayedarên leşkirî yên Îranê şermezar kirin.

Sipaha Pasdarên Inqilaba Îslamî  roja îniyê bi daxûyaniyekê raghand: Kiryara rejîma mustekbir, serdetxwaz û terorîstî ya Emerîkayê ya boykotkirina Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar “ û hejmarek ji fermande û rayedarên leşkirî yên Komara Îslamî ya Îranê ku her tim li bereya pêşiyê ya ewlehiyê û pêkanîna şanaziyê bo gelê Îranê li hember komplo û pîlanên ehrîmenî yên bereya dijminên inqilaba Îslamî serketî bûne, nîşana  rastî û serketina riyekê ye ku ji aliyekê va bûye sedema kêfxweşî, pêbawerî û serbilindiya îraniyan û umeta Îslamî û ji aliyê din va lawazî û hêrsbûna bereya dijminan bi taybet taxima serdest a bê aqil a koşka sipî baştir nîşan daye. 

Li vê daxûyaniyê hatiye, şehedî nîşan didin ku  bêhna dijmin li meydana dijberiya stratejîk li hember Inqilaba Îslamî çik bûye û kiryarên bi vî rengî li muadileyek  berûvajî tevî ku işkest û lawaziya Emerîkayê nîşan didin, bêbawerî û kerb û kîna gelê Îranê ji wan kûrtir dike û di dewamê de jî wan bo berxwedana çalak û rawestan û mayîndebûna bandora mêhwera xwe cidîtir dike û pêvajoya jinavçûyîna  sedî sed a emerîkiyan jî lezgîntir dike. 

Sipaha Pasdarên Inqilaba Îslamî  destnîşan kir: Bê guman nekêrhatîbûn û işkesta boykotan û planên emerîkî li şerê zalimen ya aborî û selmandina hişemndiyê û zirûf û şiyanên  neteweyî yên Îranê ku gefan bikin derfet û li warê pêşketin û geşatiya  welêt û her wiha xurt û qahêmkirina  nizamê li hember kiryarên neqanûnî li dijî însanî yên dijminan serketî bin, Îrana Îslamî li şopandina armancên wê yên bilind hevgirtîtir û xurtir dike. 

Başa dön tuşu