ÎranNûçeRojhilatanavin

Sipahê Pasdaran: Sala 40-ane serketina inqilabê dê bibe sala herî geş a Komara îslamî ya Îranê

Sipahê Pasdarên inqilaba îslamî li daxûyaniya xwe ya şemêşev bilî pîrozbahiya Yewmullaha 12 Ferwerdînê roja Komara îslamî ya Îranê, bal kişande ser rewşa bê mînake navçeyî û navnetewî û hêz û qudreta welêt, ev babetan sebeba pexîltî û dijayetiya nizama serdest û siyonîzm û dewletên dîktatore navçê daye zanîn û ragihand, terseyî xwesteka şeytanî ya dijmin ,Sala 40-ane serketina inqilabê dê bibe sala herî geş a Komara îslamî ya Îranê.

Sipahê Pasdarên inqilaba îslamî li vê daxûyaniya xwe destnîşan kir: Nizama pîroze komara îslamî li Îranê mînakekî baş ji gelsalariya dînî, li hikûmet û îdara civata mirovî, pê taybetmendiyên piştgirêdan bi xwedê, îdaletxwazî, xwedûrkirina ji serdestxwaziyê, sekinîna li hemberî serdestxwaziyê û jiyana bi serbilindî, keramet û menewiyetê nîşanî xelkê cîhanê da.

Li daxûyaniya Sipahê Pasdaran hatiye: Nizama Komara îslamî bi nasnameya xwe ya inqilabî, dînî û bi palpiştiya mezine elewî û aşûrayî yê xwe destê qudretên biyanî ji muqederatên welêt qut kirin û pê wateya nû ji qudretê bi palpiştiya ometa îslamî û huviyetdana bi nedar û mustezefan pîlanên dijminan bona derbelêdana bi cîhana îslamî jinav bir.

Sipahê Pasdaran bal kişande ser viya ku niha nizama Komara îslamî ya ku ji ber serketina inqilabê li Îranê pêk hatiye roja îro bûye kirîza serekeye nizama zorbêje navnetewî bi serokatiyaAmerîkayê cinayetkar û fêlbaz destnîşan kir: Îrana îslamî bi palpiştiya rêberekî mêrxas û bi qudret, gelekî baqil û hêzên çekdare kara, bi qudret û dersvergirtî ji şerê 8 sal berevaniya pîroz hertim li fikra jinavbirina rejîma dagîrker û cinayetkare Siyonîstî û istandina heq û mafê gelê Filistînê ye.

Xelkê Îranê 39 salan berî niha li 12 Ferwerdîna 1358` an  , yekê Nîsana 1979` an  bi beşdariya bi zanebûn li warê giştpirsiyê dengê Erê dan Komara Îslamî û ev roja weke roja Komara Îslamî ya Îranê hat bi anvkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu