FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî: Roja Cîhanî ya Qudsê bûye sedema tifaq û yekdengîya ometa islamê

Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî li daxûyanîyekê misogerbûna hizra berxwedanê û serhildana dijî sîyonîstan li Fiilstînê “hêza nerm a ometa islamê û filistînîyên qareman û wêrek“ di warê bidestxistina armanca azadkirina Qudsê de zanî.

Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî li daxûyanîya ku îro bi boneya Roja Cîhanî ya Qudsê belav kir, ragihand: Bi derbasbûna 39 salan ji navlêkirina înîya herî dawîyê ya meha bimbarek a Remezanê wek Roja Cîhanî ya Qudsê, li gorî insîyatîva dîroksaz û dîyarkir a Îmam Xumêynî (RE), meseleya Filistînê û azadkirina Qudsê roja îro bûne meseleyên navnetewî û armanca cîhanî.

Li dewama vê daxûyanîyê hatîye: Roja Cîhanî ya Qudsê ji alîyekî va bûye sedema tifaq û yekdengîya ometa islamê di warê piştgirîya giştalî ji gelê mezlûm û misilman ê Filistînê û ji alîyekî din ve Rêjîma Sîyonîst û bereya piştgirê dagirkerîyê ji her dewreke dîrokî asê û lawaz kirîye.

Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî herwiha ragihand: Berxwedana islamî ya Filistînê bi serhildana ji bo “vegerê“ ketîye qonaxeke nû û bibandor de û Zîvala Xezzê hemî rojan dibe şehedê cinayetên nû yên sîyonîstan di warê kuştina gelê vî warî de ku ev yeka nîşan dide ku hizra berxwedana li hemberî dagirkerîyê li kûratîya dil û hişê nivşên nû yên filistînî da kok vedaye û bi palpiştîya berxwedana 70 salan yê dagirkeran têk bibe.

Meşa bi boneya Roja Cîhanî ya Qudsê dê sibê 8`ê Hezîranê hevgavê Îranê li welatên din ên cîhanê were lidarxistin.

Başa dön tuşu