ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Siûdî Amerîka disa êrîşê sîvîlan dike

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya Al Alamê, li êrîşên firokeyên şêrr ên hevpeymaniya destdirêjker a siûdî li ser Serwahê hejamreka welatiyên asayî birîndar bûn.

Firokeyên siûdî 5 caran jî navçeyên parastî li nêzikî navçeya El Telhê li bajarê Seharê li parêzgeha Seideya bakurê Yemenê dane ber bomban.

Her wiha ji ber bombebarana malên xelklê li bajarê Eê Şexadireyê li parêzgeha Hudeydeya rojavaya Yemenê ji aliyê firokeyên şêrr ên siûdî va 4 kes hatin kuştin û hejamrek jî birîndar bûn.

Artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê jî wek bersiva li hemberî êrîşên destdirêjkerên siûdî baregehên kirêgirtiyên artêşa Erebistanê li baregeha Teleyê li parêzgeha Necarnê kirin armanca êrîşên xwe û çend çekdarên siûdî kuştin an birîndar kirin.

Başa dön tuşu