ErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen
Siûdî Amerîka êrîşê sivîlan kirin: 6 şehîd, 71 birîndar
Di encama êrişên balafirên cengê yên Hevalbendîya Seûdî ser Senaya paytexta yemenê de, 6 kes hatin kuştinê, 71 kes jî birîndar bûn.
Ligorî rapora kanala Al Alamê, Berdevkê Tevgera Ensarullaha Yemenê Mihemed Ebdulselam ragihand ku ew cinayeta zorbêjên Seûdî, nîşaneyeke işkesta hêzên zorbêj di warên sîyasî û leşkerî da ye.
Yekitîya Alimên Yemenê jî cinayeta Hevalbendîya Seûdî ya êrişa ser deverên xelknişîn ên Senayê şermezar kir û ew “cinayetek dijî mirovantîyê“ bi nav kir.
Ligorî rapora Televîzyona Al Mesîre ya yemenê, di encama êrişa duh a balafirên cengêyên hevalbendîya Seûdî de gellek mal û avahî l iSenayê wêran bûn û Komên Hawargiheştin û Rizgarkirinê jî mijûlê derxistina meytna ji bi kavilan in.