IraqNûçeRojhilatanavin

Nûnerê Ayetullah Sîstanî: Hêzên iraqî bila dewamê bidin xebatên xwe yên dijî terorîstên DAIŞ`ê

Nûnerê Ayetullah Sîstanî bilî qedrzaniya ji hemû hêzên ku dijî terorîstên DAIŞ`ê li Iraqê şêrr dikin, got: Hêzên iraqî bila dewamê bidin xebatên xwe yên dijî terorîstên DAIŞ`ê ta ku hemû bajar û navçên nav welêt ku li destê terorîstan in ji destê wan azad bikin.

Ebdulmehdî Kerbelayî nûnerê Ayetullah Sîstanî merceyê mezin ê şîeyên Iraqê li xutbên xwe yên îro îniyê li Kerbelayê got: Xwedê ser gelê Iraqê wacib kiriye ku bi hemû hêza xwe û pê can û malê xwe li hemberî êrişên hovane yên terorîstên DAIŞ`ê rawestin û hema ev yeka bûye sebeb ku kal û cewanên iraqî li hemberî van terorîstan rawestan û serketinên zav jî anîne dest.

Wî got: Em ji xwedê dixwazin ku van serketinên gelê Iraqê li hemberî terorîstan li gelê Iraqê pîroz û bimbarek bike û axa Iraqê ji destê terorîstên DAIŞ`ê biflitîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu