ErebîstanNûçeRojhilatanavinSûriye

Siûdi Emerîkayê siyonîst: Em amade ne tevlî şerê Reqayê bibin

Berdevkê Hêza Hevbeş ya Hevpeymaniya Siûdiye Ehmed El-Esîrî ragihand, heger ji wan bê xwestin tevlî operasyona kontrolkirina Reqayê bibin ew amade ne.

El-Esîrî got jî, Siûdiye rijd e li ser beşdarîkirinê di şerê li djî DAIŞê de li Sûriyê ew jî di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de ya ku Amerîka serpereştiya wê dike. Herwiha got, ew amade ne di wê çarçoveyê de şer bikin çi bi riya operasyonên asmanî ji hundirê Siûdiye ve yan ji bingeha Înicirlîkê ve, ku firokeyên wê li wir jî belav bûne.

Derbarê egera beşdarîkirina  Siûdiyê bi hêzeke  bejayî El-Esîrî got ku, ew di civîna vê dawiyê ya digel Hevpeymaniya Navdewletî li Washingtonê de gihane rêkeftinekê, ew jî  bikaranîna hêzên Sûrî yên navxweyî di şerê Reqayê de û bi piştevaniya asmanî yaHevpeymaniya Navdewletî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu