ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Îranê teqînên terorîstî li Bexdayê mehkûm kir

Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê bilî mehkûmkirina kiryarên terorîstî yên Bexdayê paytexta Iraqê got: Ev kiryarên terorîstî qet nikare bibe manê û berbend li ser riya îrada gelê Iraqê bona paqijkirina axa xwe ji ji destê terorîstên DAIŞ`ê çê bike.

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve yê Îranê bilî hevderdiya tev gel û dewleta Iraqê, kiryarên terorîstî yên van çend rojên bihurî û bitaybet teqînên terorîstî yên duh pêncşemê bi şîdet mehûm kir.

Wî got: Ji ber camêrî û berxwedana artêşa û hêzên gelanî yên Iraqê, îdî terorîstên DAIŞ`ê li nav axa vî welatî gihêştine kutahiya riya xwe û bi zûtî hemû eşîret û mezhebên iraqî dê jinavçûna terorîstên tekfîrî-siyonîstî yê DAIŞ`ê cejn bigrin.

Li encama teqîna terorîstî li Bexdayê, paytexta Iraqê, herîkêm 55 kesên sivîl hatin kuştin.

Trimbêleke  bombekirî berêvariya pênşemiyê li navça  El-Beyaê li başûrê Bexdayê teqî ku li encama wê bi dehan kesên sivîl ên  iraqî jî birîndar bûn.

Bazara El-Beyaê yek ji  bazarên  xwecî yên herî qerebalix li  Bexdayê ye.

Tê texmînkirin ji ber giraniya teqîna terorîst, hejmara kuştiyan zêdetir bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu