ÎranNûçeRojhilatanavin

`Şîyana xwecihî ya mûşekî ya Îranê li gorî hewcedarîya welêt jibo pêkanîna hêza pêşîlêgirtinê ye û di warê berfirekirin, baldarî, birr û hêzê da li pêş dikeve`

Elî Şemixanî sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê îro li rex nehemîn civîna Yekitîya Radyo û Televîzyonên Islamî li bajarê Meşhedê li koma nûçegihanan, şîyana mûşekî yek ji xîmên hêza Komara Islamî ya Îranê zanî.

Şemixanî bal kişand ser azadkirina şarê Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê jî û got: `Gelê Iraqê isbat kir ku ewlehî ne ya kirrînê ye û dewsa pêbawerîya li hêzên bîyanî, bi palpiştîya hêzên gelanî yên xwe ku li gorî fitwaya merceyê olî pêk hat, ev serketina bidest xist`.

Sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê herwiha got: `Iraq roja îro bi bereketa hêzên seferberîya gelanî bûye xwedîyê sazîyeke berevanîyê ya misgor û qahîm li himberî gefên niha û yên pêşerojê`. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu