ÎranNûçeRojhilatanavin

Siyasetên Rêxistina Netewên Yekgirtî ji bo girtina pêşiya reftarên fanatîk serê xwe negirtine

Nûnerê Îranê li Rêxistina Netewên Yekgirtî got: Hejmara kiryarên terorîstî û reftarên fanatîk yên organîzebûyî li cîhanê zêde bûne.

Qalamelî Xuşrû Nûnerê Îranê li Rêxistina Netewên Yekgirtî li civîna Kunseya Ewlehiya vê saziyê ya ser navê “ çawaniya girtina pîşiya dijayetiyan û berdewamiya aşitiya hertimî“ destnîşan kir; Hedefa Rêxistina Netewên Yekgirtî girtina pîşiya qewimîna şêr li nav cîhanê û girtina pîşiya reftarên fanatîke ku van siyasetan qet serê xwe negirtiye.

Qalamelî Xuşrû destnîşan kir; Rêxistina Netewên Yekgirtî bona sekinîna li hemberî terorîzmê û reftarên fanatîk, terorîzma biyanî, operasiyonên dijî terorîstan û cinayetên organîzebûyî tu bernameyekî baş tunebûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu