NûçeRojhilatanavinYemen

Heşt destdirêjkerên siûdî li Teêza Yemenê hatin kuştin

Hêzên komîteyên gelanî yên Yemenê heşt destdirêjkerên siûdî li navçeyeke Teêza Yemenê kuştin.

Li gorî rapora IRIB News`ê, gulleavêjin komîteyên gelanî yên Yemenê roja îniyê destdirêjkerên siûdî li şaristana El Seluyê li parêzgeha Teêzê kirin armanc û heşt kes ji wan kuştin.

Rayedarekî leşkerî yê Yemenê got: Yekîneya gulleavêjên artêş û kîmteyên gelanî yên Yemenê şeş destdirêjkerên siûdî li navçeya El Seluyê û du kesên din li navçeya El Cereya parêzgeha Teêzê kuştin.

Ji aliyê din va yekîneya mûşekî ya komîteyên gelanî û artêşa Yemenê jî roja îniyê ciyê kirêgirtiyên ser bi rêjîma siûdî li navçeuya Cebel Selebê li El Cedanê li parêzgeha Marebê dane ber mûşekekê. Çavklaniyên leşkerî yên yemenî ragihandin ku li vê êrîşa mûşekî hejmareke kirêgirtiyan kuştin an birîndar kirin.

Ji aliyê din va kanala El Alemê bi nûçeyeke lzgîn ji zarê nûçeghanê xwe ragihand: Li topbarana navend û çeperên van hêzan li navçeya Kehbûbê li parêzgeha Leheca Yemenê çend kes ji kirêgirtiyan hatin kuştin an birîndar bûn.

Li gorî nûçeyeke din ji Yemenê, firokeyên şêrr ên rêjîma destdirêjker a siûdî piştî êrîşa li ser navçeyên Xezalî li Kehlanê û Efarê li Heceyê, vê carê riya gelemperî ya nava Hecce û Umranê girêdan (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu