NûçeFilistînRojhilatanavin

Siyonîstan dîsa êrîşî ser Mizgefta Eqsayê kirin

Bajaroknişînên siyonîst di bin piştevaniya leşkerên Rejîma Siyonîst careke din êrîşî ser Mizgefta Eqsayê kirin.

Hejmareke bajaroknişînên siyonîst vê sibê êrîşî ser Mizgefta Eqsayê kirin. Di vê rapirê da hatiye, Yehûda Xelîk endamê tundrê yê berê yê Knêsêtê anku Parlimana Rejîma Siyonîst hevrêtiya bajaroknişînan di êrîşa ser Mizgefta Eqsayê da dikir.

Leşkerên siyonîst doreke nû ya tundûtûjiya dijî filistîniyan li Mizgefta Eqsayê dest pê kirine; bi awayekî ku berbanga 5ê Nîsanê êrîşî ser Motekifên li nav Mizgefta El-Qibelî li sehna Mizgefta Eqsayê kirin û wan ji mizgeftê avêtine der.

Li gorî vê raporê, Di êrîşa siyonîstan ser motekif û nimêjkerên filistînî da, zêdetirî 200 kes birîndar bûn û 400 kes jî hatin desteserkirin.

Siyonîst bi girankirina destdirêjiyên xwe ser Mizgefta Eqsayê li dû dabînkirina rewşê ji bo dabeşkirina vê mizgeftê ji hêla dem û cih va ne.

Başa dön tuşu