Siyonîstan mala şehîdê filsitînî li Ramullahê kavil kirin
Dozerên Rejîma Siyonîstî mala şehîd Tariq Muhemed Tariq Yûsif li gundê Kobirê li bakurê rojava bajarê Ramullahê li kêleka rojava ya çemê Urdinê xirab kirin.
Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya El-Alam`ê, eskerên dagirkir li halekê siyasetên kavilkirina mala şehîdên filistînî xistin rojeve xwe ku ev siyaset li dijî qanûnên navneteweyî bi taybet xala 33`an a konvansiyona çaran a Jinêvê ye.
Malbata şehîd Muhemed Yûsif raghandin: Civakên cîhanî tenê temaşe dikin û Rêxistina Neteweyên yekbûyî bi curekê reftarê dike ku tu wê bêjî tu erk û berpirsiyariyek tine.
Şehîd Tariq Muhemed Tariq Yûsif nûgîhayê 17 salî yê filistînî li 26 Tîrmeha 2018` an li operasyonekê, siyonîstek kuşt û du eskerên dagirkir jî birîndar kir.