ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Trump bi wêdabirina rêketinama navokî yê matmayî be

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê got: Heke serokomarê bijartî yê Amerîkayê rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê wêda bibe, yê matmayî be.

Li gorî rapora nûçegihanê me, Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê îro li civînekê li civîna Civata Cehanî ya Aborîyê li Davosa Swîsê got: Heke Donald Trump berbijarê serketî yê hilbijartinên serokomarîya Amerîkayê bixwaze li bara rêkeitnama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê ji nû ve muzakirê bike, yê bimîne heyrê.

Zerîf bal kişand ser muzakirên dijwar û lihevalîyayî yên zilhêzên cehanî û Îranê jibo bidestxistina rêketinama navokî û got: Dewleta Îranê li bara dewleta Trump sîyaseta sebir û çaverîtîyê girtîye ber xwe û hela mirov nikare helwestê nîşan bide.

Zerîf piştî vê kombûnê di bersiva pirsa nûçegihanê AssociatedPress`ê de got ku heta heke Trump bixweze xwe ji rêketinama navokî bide alîkî, dinya nagihêje dawîyê.

Wezîrê karên derve yê Îranê ji dewleta Barak Obama serokomarê Amerîkayê bi hegera nekemilandina sozên xwe di çarçova rêketinama navokî da nemaze li bara pirsgirêkên nezelal ên ku bankên îranî pêrgî wan bûne, rexne girtin.

Zerîf li bara hilbijartinên pêşerojê yên serokomarîyê li Îranê jî got: Meseleya girîng eva ye ku îranîyan imkana kifşkirina çarenûs û qedera xwe hene û vê yekê yê gellekî girîngî jibo rojavaya Asîyayê û dinyayê hebe (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu