FilistînNûçeRojhilatanavin

Siyonîstên dagirker bêhurmetî li Mizgevta Eqsayê kirin

Bi dehan bajaroknişînên siyonîst sibeha îro any Sêşemê di bin piştgiriya giran a artêşa Rêjîma Siyonîst ji aliyê Bab El Muxaribeyê va bêhurmetî li Mizgevta Eqsayê kirin.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Filistînê, Li pey desdirêjiya bajaroknişînên siyonîst ser Mizgevta Eqsayê, polîsê Rêjîma Siyonîst deriyên vê mizgevtê li ser filsitîniyan girêdan da ku ewlehiya bajaroknişînan dabîn bike û rê li ber ketina nimêjkirên filsitînî nav mizgevtê girtin.

Feras Dibs berpirsê ragihandinê yê Ewqafa Îslamî ya Qudsê got: Herî kêm 110 bajaroknişînên siyonîst û karzanekî kevnarenas ê Rêjîma Siyonîst hev rê digel efserên israîlî bi çend desteyan ketin nav hewşên Mizgevta Eqsayê.

Feras Dibs got: Hin bajaroknişînên siyonîst rêûrisma Têlmûdiyê li hewşên Mizgefta Eqsayê cih anîn û karzanên kevnarenas û efserên israîlî jî seredana nimêjgeha Merwanî û hewşên cûrbicûr ên Mizgevta Eqsayê kirin.

Hêzên ewlehiyê yên Rêjîma Siyonîst jî Necwa Şexşîr yek ji xizmetkarên Mizgevta Eqsayê bo cara duyem girtin.

Mizgevta Eqsayê wek sembola sereke ya pênaseya îslamî-filsitînî ya bajarê Beytulmuqedesê hertim ketiye ber kiryarên wêranker ên Rêjîma Siyonîst. Ev cihê pîroz bûye qada liv û tevgerên çekdar û bajaroknişînên siyonîst ji bo jinavbirina pênaseya îslamî û xirîstiyanî ya Beytulmuqedesê û danîna sembolên siyonîsmê dewsa wan.

Başa dön tuşu