CîhanEfrîqaNûçe

Somaliyê bi Gîneyê ra pêwendiyên xwe yên diplomatîk qut kir

Li Somaliya dewleta Afrîkaya Rojhilat hikûmetê ragihand ku bi Gîneyê ra hemû pêwendiyên xwe yên diplomatîk qut kirine.

Ehmed Îsa Ewadê Wezîrê Karên Derva yê Somaliyê li paytext Mogadîşuyê di daxuyaniya çapemeniyê da wiha got: “Ji ber ku desthildarî û yekîtiya axê bin pê kirine Somaliyê bi Gîneyê ra hemû pêwendiyên xwe yên diplomatîk qut kir. Kî desthilatdariya Solamliyê bin pê bike Somalî wê bi hêzdarî tiştê hewce bike.”

Gîneyê Mûsa Bihiyê Serokê Somalîlandê bi fermî pêşwazî kiribû û hikûmeta Mogadîşuyê bertek nîşan dabû.

Somalîlanda wek “Somaliya Îngilizan” tê pênasekirin piştî ku di 26ê Hezîrana 1960an da serxwebûna xwe bi dest xist di 1ê Tîrmeha 1960an da biryar dabû ku bi Somaliya îro ya wek “Somaliya Îtalyan” tê pênasekirin ra bibe yek.

Sîad Barreyê bi derbeya eskerî hat ser wezîfeyê û ji 1969an heta 1991an welat îdare kir piştî şerê navxweyî ku di dawiya 1980an da derket bi destê mixalifan hat têkbirin.

Ji ber ku komên mixalif nekarîn hikûmeteke navendî ava bikin û şerê hev kirin Somalîlandê di 1991an da yekalî serxwebûna xwe îlan kir, lê di qada navneteweyî da nayê naskirin.

Başa dön tuşu